HSD 50 çekdarên DAIŞê radestî Iraqê dike

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir, 50 endamên rêxistina DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve radestî Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê hatin kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 50 çekdarên DAIŞê yên Iraqî radest dike.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê diyar kir, 50 endamên rêxistina DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve radestî Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, ji deriyê sînorî yê Rebîe ve çekdarên DAIŞê yên desteserkirî hatin wergirtin, ku hemû xelkê Iraqê ne, piştî wergirtina wan, ji bo lêkolîn û mikurhatinê radestî Dezgeha Îstixbaratê ya Federak a ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê hatin kirin.

Par jî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve nêzîkî 100 çekdarên DAIŞê radestî hikûmeta Iraqê hatibûn kirin.

Çavkaniyekî serbazî eşkere kiriye, hîn nêzîkî 3 hezar û 500 desteserkiriyên Iraqî li girtîgehên di bin kontrola HSDê de hene.