Deverên Kurdan ên Kerkûkê ji elektrîkê bêpar hatine hiştin

Sê rojan carekê nîv saet elektrîk tê dayîn.

Kerkûk (K24) – Li Kerkûkê ji bilî gefa erebkirinê, rewşa deverên Kurdan ji ber tunebûna xizmetguzariyan di asteke xirab de ye, nişteciyên navçeyên Pirdê û Şiwan dibêjin, hewldana erebkirina navçeyên wan heye û Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê jî bi vê hewldanê tohmetbar dikin, ji ber ku ew dibêjin, ne ava wan heye, ne jî elektrîk.

15 gund û komelgehên Kurdan ên li navçeyên Pirdê û Şiwan, rojane kêmtirî du saetan elektrîka wan heye, xelkê deverê ji vê rewşê nîgeran û hêrs bûne, ew di wê baweriyê de ne ku ewên li Kerkûkê desthilatdar in, heman siyaseta serdema Be'sê li dijî wan dimeşînin.

Jineke nişteciya gundê Hesarî Gewre ya bi navê Şemîe Elî ji K24ê re diyar kir: “Desthilatdarên niha yên Kerkûkê ji Sedam jî xirabtir in, eger wisa nebûya rewşa me wiha nedibû, hatiye gotin ku sê rojan carekê nîv saet elektrîk dê bidin me, eger elektrîk tunebe, ava me jî nayê.”

Hêrsa xelkê gihişte wê astê ku nişteciyên deverê, rêya sereke ya Kerkûk – Hewlêrê bi temamî girt.

Nîhad Mihemed ku yek ji xwepêşanderan e, dibêje: “15 roj in gundên vê deverê bê elektrîk in, ka ev rewa ye di vê germa havînê de 10 roj bê elektrîk bin, eger ev siyaseteke plankirî nebe, çima li çar aliyên Kerkûkê tenê deverên Kurdan têne çewisandin, destek heye li paş vê rewşê, da ku ev dever were valakirin.”

Xwepêşanderekî din ê bi navê Elî Cehfer jî dibêje:”Tiştê ku tê kirin bêguman erebkirin e, ev dever bê elektrîk hatiye hiştin, ev cihên ku çandiniya navçeyê lê tê kirin.”