Bi fermana Serokwezîr zarokên otîzm bêberamber têne tedawîkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî li ser bêpere encamdana pişkinîn û tedawiya zarokên otîzm nîşan da.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 2yê Hezîrana 2022yan rizamendî li ser bêpere encamdana pişkinîn û tedawiya zarokên otîzm nîşan da.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bi berpirsyariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember dabînkirina xizmetguzariya bijîşkî ji bo zarokên otîzm, bi liberçavgirtina rewşa darayî ya malbatên wan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî nîşan da li ser bêpere encamdana pişkinîn û tedawiya zarokên otîzmê li hemû nexweşxaneyên hikûmî.

Herwiha hat eşkerekirin, ji bo vê mebestê Wezareta Tendirustiyê û Wezareta Karûbarên Civakî hatine erkdarkirin ku bi hevahengiyê, karên pêwîst encam bidin, da ku hemû zarokên otîzmê bêberamber ji xizmetên tendirustiyê sûdmend bibin.