Amerîka: Heşda Şeibî û PKK li ser Şingalê bûne metirsî

Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser azadiya olî ya li cîhanê, raporta xwe ya salane belav kir.

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser azadiya olî ya li cîhanê, raporta xwe ya salane belav kir û derbarê Herêma Kurdistanê û Iraqê de eşkere kir, PKK û hêzên milîs li Şingalê bûne metirsî li ser nişteciyên deverê û astengî li ber vegera xelkê resen ê navçeyê dirust kirine.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di raporta xwe ya salane ya azadiya olî de, pesnê pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê dide û diyar dike, tenê li Herêma Kurdistanê dihêlin peyrewên olên cuda bi fermî xwe li Wezareta Ewqaf tomar bikin, lê ev derfter li Iraqê tune ye.

Di raporta wezaretê de hatiye destnîşankirin, berevajî Iraqê, ola Behaî li Herêma Kurdistanê bi fermî hatiye tomarkirin û peyrewên vê olê li Herêma Kurdistanê azad in, lê belê li Iraqê her kesê ku peyrewê vê olê be, bi 10 salî tê zindanîkirin.

Herwiha di raportê de hatiye diyarkirin ku li Parlamentoya Iraqê ji 329 kursiyan tenê 9 kursî ji bo pêkhateyên olî û neteweyan hatine terxankirin, lê belê li Herêma Kurdistanê ji 111 kursiyan 11 kursî ji bo pêkhateyên olî û netewî hatine terxankirin.

Li gor raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê, heşt olên cuda li Wezareta Ewqaf a Herêma Kurdistanê bi fermî hatine tomarkirin: Îslam, Mesîhî, Êzidî, Cihûtî, Sabîeya Mendayî, Zerdeştî, Yarsan û Behaî.

Di raportê de li ser rewşa Şingal û Êzidî û Mesîhiyan hatiye diyarkirin, hebûna PKK û milîsên Heşda Şeibî li Şingal û Deşta Neynewa û gefên berdewam ên Tirkiyê bo ser deverê, bûne metirsî li ser nişteciyên navçeyê û astengî li ber vegera bo cih û warê xwe, li ber wan dirust kirine.

Ji bilî vê, raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere kiriye ku li gor raportên civaka Êzidî, ji sala 2015an û têkbirina DAIŞê ve, PKK bi sedan xortên Êzidî revandine û birine nav rêzên xwe.

Di raportê de hatiye ragihandin, hîn 1 milyon û 200 hezar aware li Iraqê hene û piraniya wan li Neynewa, Duhok, Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê ne.