Li Şingalê nêzîkî 60 hezar çekdarên grûpên cuda hene

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, nêzîkî 60 hezar çekdarên grûpên cuda li Şingalê hene, lê belê rewşa Şingalê her weke xwe ye û xelkê wê aware ne.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, nêzîkî 60 hezar çekdarên grûpên cuda li Şingalê hene, lê belê rewşa Şingalê her weke xwe ye û xelkê wê aware ne.

Rayedarên îdarî yên Şingalê dibêjin, grûpên çekdar bûne asteng li ber avakirina bajêr, herwiha diyar dikin ku Şingal bûye cihê yekalîkirina nakokî û milmilaniyên grûpên çekdar.

Heft sal in çend hêz û grûpên ku li Şingalê hene, hemû ligel hêzên xwe yên çekdar li dijî hev di amadebaşiyê de ne. Şingal bi xwe birîndar e, roj li pey roj hejmara hêzên wan jî di zêdebûnê de ye.

Artêşa Iraqê li Şingalê firqeyek û şeş lîwayên wê hene, bi giştî nêzîkî 20 hezar leşker in, li bakur û başûrê çiyayê Şingalê û li ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê hatine bicihkirin, bi dehan binke û baregehên xwe danîne.

Par 3 hezar Polîsê Federal gihîştin Şingalê û niha li naverasta Şingalê û nahiya Sinûnê û sînorê navbera Iraq û Rojavayê Kurdistanê bi dûriya 65 kîlometre hatine bicihkirin.

Polîsê Navxwe ji karûbarên navxwe yên Şingalê berpirs e û ji du rêveberiyan pêk tê, yek ji wan li navenda Şingalê û ya duyem li nahiya Sinûnê ye, ku hejmara wan 8 hezar polîs e.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û hatina hêzên Heşda Şeibî bo Şingalê, Heşda Şeibî bûye xwedî hêza herî mezin, zêdetirî 21 hezar çekdar di bin navên cuda cuda de hene, ku çendîn rêyên sereke di destê wan de ne, bi dehan rêbend bi hevbeşiya ligel Artêşa Iraqê danîne.

Piştî hatin PKKê di sala 2014an de, YBŞ û YJŞ û Hêzên Asayîşa Êzidxanê hatine dirustkirin û 4 hezar çekdarên wan hene, ku ji wan 3 hezar çekdar ji aliyê Heşda Şeibî ve mûçe ji wan re tê dayîn, lê belê Asayîşa Êzidxanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bi neyasayî hatiye nasîn, niha devera Gir Izêr, komelgeha Girzirek, Sîba Şêxidirê, Sikînê, Heyalê, bazgeha Um Dîban û nahiya Xanesor di bin kontrola wan de ne.

Fermandariya Şingalê ku ser bi hêzên Pêşmerge ye, piştî bûyerên sala 2017an ve tenê Mezargeha Şerfedîn kontrol kirine, ku 700 Pêşmerge ne, ji Hêzên Parastina Êzidxanê jî, ku ser bi Wezareta Pêşmerge ne û hezar pêşmerge hene û niha li bakur û başûrê Çiyayê Şingalê bi cih bûne, ku nêzîkî 20 bazgehên wan ligel polîs û artêşa Iraqê hene. Herwiha li naverasta navçeya Şingalê û nahiya Sinûnê fêrgeheke rahênan û du binke û baregehên wan ên sereke hene.

Tevî hebûna hemû wan hêzên grûpên çekdar li Şingalê û hejmarek aliyên siyasî baregehên wan hene, lê belê rewşa Şingalê hîn jî weke xwe maye û xelkê wê jî aware ne.