Gelo pêkan e ku CHP li Bakur bibe partiya duyem?

CHP ji bo ku di hilbijartinên sala 2023an de bibe deshilat, bi her awayî kar û xebatên xwe li Bakurê Kurdistanê zêde dike.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Partiya Komarî ya Gel (CHP) ku li Tirkiyê partiya muxalefeta serek ye û di parlamentoyê de partiya duyem ya herî mezin e, ji bo ku di hilbijartinên sala 2023an de bibe deshilat bi her awayî kar û xebatên xwe li Bakurê Kurdistanê zêde dike.

Li gorî beşek şirovekaran ger CHP polîtîkayeke rast û dirust bide pêşiya xwe li Bakur dê partiya dehilatdar Ak Partiyê derbas bike. Lê zanistên siyasetê jî dibêjin CHP gotineke nû bo kurdan nabêje, loma dê her wek partiya sêyem bimîne.

Li Tirkiyê partiya Muxalefeta serek, partiya komarî ya Gel CHP ku hewl dide di 2023an yên Tirkiyê de bibe deshilat bi her awayî bere xwe dide bakurê Kurdistanê û dengdêrên Kurd.

Serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu pêşî behsa ji hev helalîkirinê kir pişt re jî serdana bajarên Diyarbekir û Wana Bakurê Kurdistanê kir û hevdîtin kirin. Lê belê heman CHP piştevaniya xwe ji bo operasyona bo ser Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Gelo CHP ya ku dengê Kurdan dixwaze û di heman demê de piştevaniya Operasyonên bo ser Rojavayê Kurdistanê dike dikare li Bakur şûna Ak Partiyê bigre û bibe partiya duyemîn?

Bi nêrîna beşek şirovekarên siyasî, eger CHP polîtîkayeke rast û dirust bide pêşiya xwe eger heye ku bibe partiya duyem Ak partiye derbas bike.

Şirovekarê Siyasî Prof. Dr. Ahmet Ozer ji K24ê re diyar kir: “Gotina Kilicdaroglu ya pirsa Kurd heye û ez ê çareser bikim li bakur eleqeya bo CHPê zêde kiriye. Ligel vê yekê hêza deshilata Ak Partî û MHPê her ku diçe li bakur lawaz dibe. Eger CHP ji dil pirsa Kurd bi her awayî çareser bike, navenda giştî ya CHPê eger polîtîkaya xwe ya derbarê Bakurê Kurdistanê de bi serkeftî birêve bibe û di hilbijartinên bê de CHP namzedên ku gelê Kurd jê razî nîşan bide egerek zêde ye ku CHP li bakur bibe partiya duyem û hejmareke zêde parlamenteran jî bi dest bixe.”

Li gorî zanistê siyastê Tevfîk Erdem jî CHP dibe ku dengê xwe li bakur zêde bike, heta çend parlamenteran jî bidest bixe lê nabe partiya duyemîn.

Prof. Dr. Tevfîk Erdem ji K24ê re diyar kir: “Ne pêkan e ku CHP niha li bajarên Kurdan bibe partiya duyemîn. Her çiqas dengê Ak partiyê li bajarên Kurdan kêm bibe jî dîsa du partiyên sereke hene ku ji Kurdan deng bistînin HDP û Ak Partî. Ji ber ku gotineke nû ya CHPê bo Kurdan nîne. Ji salên 1991an heta niha heman gotin dûbare kirine. Her dawî di axaftinên serdana Wanê de jî gotineke ku dilê Kurdan germ bike negot. Lê dîsa jî ji ber lawazbûna Ak Partiyê dibe ku li Wan û Diyarbekirê parlamenter derbixe. Lê dê her wek partiya sêyemîn bimîne.”

CHP ya ku niha li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya dengê wê di navbera ji sedî 25 û 28an de ye, li bajarên weke Semsûr, Edene, Xarpêt, Dîlok, Meletî, Riha û Dêrsimê xwedî parlamenter e. Lê rayedarên CHPê û beşek pisporan dibêjin CHP dê ji Wan, Qers, Diyarbekir Mêrdîn û Mûşê jî di hilbijartinên bê de parlamenteran derbixe û rêjeya dengê xwe zede bike.