Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgira Wezîrê Derve yê Îtalyayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Hezîrana 2022yan pêşwazî li Cîgira Wezîrê Derve yê Îtalyayê Marina Serini kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Hezîrana 2022yan pêşwazî li Cîgira Wezîrê Derve yê Îtalyayê Marina Serini kir.

Di civînê de ku Balyozê Îtalya yê li Iraqê jî amade bû, li ser guherîn û geşedanên herî dawî yên Iraq û navçeyê û hewldanên pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê gotûbêj hat kirin.

Cîgira Wezîrê Derve û Hevahengiya Navdewletî yê Îtalyayê behsa pêwendiyên dostane yên navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di warên danûstandina bazirganî û aborî û veberhênanê de nîşan da.

Marina Serini herwiha destnîşan kir ku bi xweşhaliyê ve çaverêya serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Îtalyayê dike û civîna ligel Serokwezîrê Îtalyayê di derfetekê de ku guncaw be ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Îtalyayê ya ji bo hêzên Pêşmerge kir, bi taybetî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, herwiha daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirehkirina hevahengî û hevkarî û pêşvebirina pêwendiyên ligel Îtalyayê di hemû waran de cardin anî ziman.