Serokê Herêma Kurdistanê ligel Cîgira Wezîrê Derve yê Îtalyayê civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serdana Romayê hat vexwandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 04.06.2022ê, pêşwaziya Cîgira Wezîrê Derve yê Îtalyayê Marina Sereni û şandeya pê re kir.

Di civînekê de, têkiliyên Îtalyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa navxweya Kurdistanê û metirsiyên teror û tevgerên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê nîşan da ku dixwaze têkiliyên xwe bi Îtalyayê re, di hemû waran de berfirehtir bike û zêdetir hevkarî di navbera her du aliyan de hebe. Di heman demê de, Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê, ji bo piştevanî û hevkariyên di warê mirovî û leşkerî de di dema şerê dijî DAIŞê de pêşkêşî Iraq û Herêma Kurdistanê kirine, spasiya Îtalyayê kir.

Her du alî li ser girîngiya hebûna seqamgîriya emnî, siyasî û aborî li Iraqê û pêwîstiya destpêkirina diyalogê ku hemû aliyên Iraqî bigehin li hevtêgihiştinê ku prosesa siyasî ji vê rewşa tê de xetimiye rizgar bikin, hikûmetekê pêk bînin ku nûnertiya xwestekên gel û hemû pêkhateyên Iraqê bike, hevnêrîn bûn.

Sereni dawetnameya Wezîrê Derve yê Îtalyayê da destê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku serdana Roma, Paytexta Îtalyayê bike û wê tekezî li ser wê yekê kir ku Rojhilata Navîn, Iraq û Herêma Kurdistanê, di warê girîngîpêdan, geşepêdan û alîkariyan de ji bo Îtalyayê di rêza pêşîn daye û welatê wê bi girîngî ve li Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre.

Di civînê de ku, Balyozê Îtalyayê yê li Iraqê, Konsolê wî welatî yê li Herêma Kurdistanê amade bûn, berhevî û çalakiyên Îtalyayê yên di warê kultûrî û şûnewarnasînê de li Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Sûriyê û çend mijarên din hatin nirxandin.