Şam: Gefên Tirkiyê binpêkirina yasayên navdewletî û yekperçeyiya Sûriyê ye

Şam
Şam

Navenda Nûçeyan (K24) – Sûriyê tekez dike ku gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyonekê nû li bakurê Sûriyê, binpêkirina eşkere ya yasayên navdewletî û serwerî, yekîtî û yekparçeyiya axa Sûriyê ye û li dijî têgihiştin û encamên pêvajoya Astanayê ye.

Jêderekî fermî di Wezareta Derve ya Sûriyê de îro Şemiyê di daxuyaniyekê de ji ajansa “SANA” re ragihand, Sûriyê daxuyaniyên tundrew ên rejîma Tirkiyê yên derbarê avakirina herêma bi navê “herêma ewle” li bakurê Sûriyê û êrîşên wê yên berdewam li ser xaka Sûriyê dişopîne ku di encamê de hejmarek ji welatiyên bêguneh canê xwe ji dest dane.

Wî jêderî amaje bi wê yekê jî kir, gefên Tirkiyê binpêkirina eşkere ya yasayên navdewletî û serwerî, yekîtî û yekparçebûna axa Sûriyê ye. Her wiha ew jî berûvajî têgihiştin û encamên pêvajoya Astanayê ye û metirsiyeke cidî ye li ser aştî û ewlehiya herêmê ye û hemû têgihîştinên berê yên di bin sîwana navneteweyî de têk dide.