Iga Swiatek nasnavê tennisê ya Roland Garrosê bi dest xist

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekema cîhanê ya Polonî Iga Swiatek piştî ku yarîzana Amerîkî Coco Gauff têk bir, nasnavê qehremaniya Roland Garros a tennisê bi dest xist.

Îşev di fînala qehremaniya Roland Garros a jinan de Yekema cîhanê ya Polonî Iga Swiatek rûbirûyî yarîzana Amerîkî Coco Gauff bû û bi encama 6-1, 6-3 bi ser ket.

Ev nasnavê duyem a Grand Slam a Swiatek (21 salî) ye ku nasnavê Roland Garros di 2020an de jî bi dest xistibû.

Her wiha ev nasnavê nehemîn e di kariyera wê de ye û yê şeşemîn li pey hev e îsal, piştî birina pêşbirkên Doha, Indian Wells, Miami, Stuttgart û Romayê.

Iga Swiatek di vê werzê tenîsa jinan de serdest e, nemaze piştî xaneşîna ji nişka ve ya yekema cîhanê ya berê Ashleigh Barty.

Iga Swiatek