Kalin: Tirkiye li dijî PKK-YPG li ser sînorên xwe di operasyonan de berdewam dibe

Kalin: Serokomarê me 10 sal in behsa dirustkirina herêmeke ewle dike, lê mixabin bersivên pêwîst nedîtine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê da xuyakirin, Tirkiye di çarçoveya ewlekarî û nehîştina hebûna PKK-YPG de, li ser sînorên xwe di operasyonan de berdewam dibe. Kalin got jî, gavên Swêd û Fînlanda avêtine, dilgiraniyên wan li ber çavan negirtine.

Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin, beriya Lûtkeya NATO ya 29-30’ê Hezîranê serdana Îspanyayê kir. Kalin li Madrîdê da xuyakirin, li Îdlib, Efrîn û Serêkaniyê Tirkiye bi kirdarî herêmeke ewele dirust kiriye û  hebûna serbazên Tirkiyê li nava axa Sûriyê, rê li ber koçberbûna Sûriyan digre. Ji ber vê pêwîste welatên Ewropa spasiya Tirkiye bikin.

Kalin got: “Tirkiye bi hêz û derfetên xwe li ser sînorê Sûriyê bergiriyên pêwîst pêşxistine. Li dijî PKK-YPG û DAIŞê heta niha me sê operasyonên mezin encam dane. Ji vir û pê ve jî, di dem û cihê guncaw de em ê berdewam bin. Serokomarê me 10 sal in behsa dirustkirina herêmeke ewle dike, lê mixabin bersivên pêwîst nedîtine. Tirkiye niha li Îdlîb, Efrîn, Serêkaniyê û herêmên din, bi awayeke kirdarî herêmeke ewle dirust kiriye û welatiyên Sûriyê li wan navçeyan hîştine. Hebûna leşkerên Tirkiyeyê li wan navçeyan, pêleka nû ya koçberbûnê asteng dike. Welatên dost û hevpeyman, şûna ku rexne bikin, divê ji hebûna serbazên Tirkiyeyê dilxweş bin û spas bikin. Eger lawazî hebe, koçberî dê bandoreke mezin li Ewropa jî bike. Hêza Tirkiyeyê ya rakirina pêleke nû ya koçberan nîne. Li hember korîdara terorê jî Tirkiye heta niha çawa helwesteke zelal wergirtiye ji vir û pê ve jî berdewam dibe.”

Kalin derbarê pirsa endametîbûna Swêd û Finlandayê de da xuyakirin, wan daxwaz û dilgiraniyên xwe di warê şerê dijî terorê û hebûn û karên rêxistinên PKK/YPGê li her du welatan pêşkêşî aliyên Swîd û Fînlanda kirine û hemû zanyarî û belge parve kirine.

Kalin got, heta niha ji her du welatan gavên pêwîst ku dilgiraniyên Tirkiyeyê derbas bikin, nehatine avêtin. Dema gavên pêwîst hatin avêtin, dê helwesta wan jî were guhartin, lê heta wiha nebe, di mijara endamtiyê de pêşveçûn çênabe.

Kalin her wiha spasiya Îspanya jî kir ku moleta sîstema Patrîot ya bergiriya asîmanî ya li Edeneyê dirêj kiriye, ku hê berê hin welatan ev sîstem ji Tirkiyeyê vekişandibûn.

Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê da zanîn jî, Lûtkeya Madrîdê gelek girîng e, ji ber ku di lûtkeyê de, stratejiya NATO dê were nûkirin û li ser şerê Ukrayna, asayişa xwarinê, şerê li dijî terorê û pêwendiyên bi Rûsyayê re, biryarên nû werin girtin.