3 sivîl di topbarana hêzên Tirkiyê li ser Eyn Îsayê de birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama topbarana artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi ve, 3 kes li gundewarê Eyn Îsayê birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar gundê Ebû Nîtole yê li gundewarê Eyn Îsayê jî dan ber topan û di encamê de 3 kesên sivîl birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.
Li gor zanyariyên Rewangehê, topbarana li ser gundê Ebû Nîtole hîn jî berdewam e.
Rewangehê diyar kir jî, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê gundê Hemra yê ser bi Minbicê ve topbaran kir û ziyanên madî gihîşt malên gundiyan.
Ev yek di demekê de ye, medyaya Tirkiyê behsa operasyoneke leşkerî ya Tirkî li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dike.
Demek e jî Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan gefa operasyonekê li Rojavayê Kurdistanê dixwe û dibêje, ew ê herêmeke ewle bi kûrahiya 30 kîlometroyan ava bike.