Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdatê gotûbêjan ji bo mafên destûrî yên gelê Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina mafên destûrî yên gelê Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Federal re, îro ber bi Bexdayê ve bi rê ket.

Li gor daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, armanca serdanê berdewamkirina danûstandinên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ji bo garantîkirina mafên destûrî yên gelê Herêma Kurdistanê ye.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Danûstandinên Ligel Hikûmeta Federal Xalid Şiwanî, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêde Sebah, Serokê Fermangeha Hevahengî û Pêdaçûnê Ebdulhekîm Xesro û Serokê Dîwana Çavdêriya Darayî Xalid Hadî Çawîşlî pêk hatibû.