Rêber Ehmed: Posta Serokomariyê nebûye asteng li pêş proseya siyasî ya Iraqê

Rêber Ehmed: Di civînên PDK û YNKê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê hate kirin û behsa babeta postê Serokomariyê nehat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê radigihîne, posta Serokomariyê nebûye asteng li pêş proseya siyasî ya Iraqê û di civînên dawiyê yên di navbera PDK û YNKê de behsa babeta postê Serokomariyê nehat kirin.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, “Niha hevtêgihîştineke baş di navbera PDK û YNKê de çêbûye û civînên di dema borî de erênî bûn, lê di civînan de behsa rewşa Herêma Kurdistanê hate kirin û behsa babeta postê Serokomariyê nehat kirin.”

Rêber Ehemd tekezî li wê yekê kir jî: “PDK pêdagiriyê li ser serxistina kandîdê xwe ji posta Serokomariyê dike ku ez im. Em hewl didin bi riya danûstandin û guftûgoyan, hevtêgihîştina baş li Herêm û Bexdayê hebe.”

Got jî: “Posta Serokomariyê nebûye asteng li pêş proseya siyasî ya Iraqê, lê belê rênekeftina di navmala Şîe de bûye sedema pirsgirêk û xetimandina siyasî.”

Derbarê serdana îro ya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê de, Rêber Ehmed got: “Îro şandeke teknîkî ya Encûmena Wezîran serdana Bexdayê dike, ji bo gotûbîjan derbarê pirsgirêk û kêşeyên darayî, neft û gazê yên bê çare mane bikin ku her dem wek karteke fişarê li dijî Herêma Kurdistanê tê bikaranîn. Bi hêvî ne dawî li xetimandina siyasî ya Iraqê were û kabîneya nû ya hikûmetê were pêkanîn, ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikare bi hikûmeteke aktîv û xwedî desthilat re biryarê li ser çareserkirina pirsgirêkan bide.”