Brîtanya sîstema mûşekî ya dûravêj dide Ukraynayê

Wezîrê Berevanî yê Brîtanyayê Ben Wallace ragihand, welatê wî mûşekên M270 dê bide Ukraynayê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevanî yê Brîtanyayê Ben Wallace ragihand, welatê wî mûşekên M270 dê bide Ukraynayê.

Ben Wallace destnîşan kir ku Brîtanya di vî şerî de piştevaniya Ukraynayê dike û got: “Divê ligel guherîna taktîkên Rûsyayê, piştevaniyên ji bo Ukraynayê jî biguherin.”

Wallace diyar kir: “Sîstemên mûşekî yên dûravêj dê wisa bikin ku Ukrayna li hember bombebaranên belawela yên hêzên Rûsyayê bo ser bajaran, baştir xwe biparêzin.”

Beriya niha Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihandibû ku ew mûşekên dûravêj nadin artêşa Ukraynayê.

Ukrayna ji destpêka şer ve ji Amerîka û Ewropayê daxwaz dike ku çekên pêşketî bidin Ukraynayê, da ku pêşketinên hêzên Rûsyayê yên ber bi Kîevê rawestînin.

Şerê Ukraynayê ji 24ê Sibata 2022yan ve dest pê kiriye û di destpêka şer de Rûsya gihîşte heta nêzîkî Kîeva paytext, lê piştre paşve vekişiya.