Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan merasîmeke derçûnê ji bo xwendekarên xwe saz dike

Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ahengeke derçûnê ji bo xwendekarên xwe saz dike.
Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê - Wêne: Star Ehmed
Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê - Wêne: Star Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) – Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê ahengeke derçûnê ji bo xwendekarên xuleke din bi rêk dixe.

Di xula sêyemîn a Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê de, 145 xwendekar ji beşên cuda derçûn û bawernameyan werdigirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku Serokê Borda Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê ye, di ahengê de beşdar dibe û gotarekê pêşkêş dike.

Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê sala 2014an hat damezirandin, heta niha 318 xwendekar ji beşên wê yên cuda derçûne wek: Bazirganî û kar, zanista komputer, dîzayna navxwe, siyaseta giştî, medya û pêwendiyan.

Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bawerî pê heye û yek ji zanîngehên astbilind û naskirî yên li Îraqê û herêmê ye.

Zimanê xwendinê li Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê Îngilîzî ye û bi awayên herî pêşketî yên perwerdeyê yên li Amerîkayê tên bikaranîn, xwendekaran fêr dike.

Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê - Wêne: Star Ehmed
Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê - Wêne: Star Ehmed