Mesrûr Barzanî: Pêwîst e ji bo dabînkirina asayişa xwarekê pişt bi xwe bibestin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê binyadê yê sê projeyan li Duhokê danî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarîkirina di merasîma danîna kevirê binyadê ya sê projeyan li Duhokê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gelek hewl hatiye dayîn ji bo hemecurkirina çavkaniyên dahatê û peydakirina derfetên kar ji ciwanan re, divê ji bo dabînkirina asayişa xwarekê jî pişta xwe bi xwe bibestin.

Serokwezîr di gotara xwe ragihand, “Danîna projeyên strate ji bo hemû Kurdistanê girîng in, ji bo pêşvebirina sektora çandinî û pîşesaziya xwarekê li Kurdistanê, dîtina derfetên kar ji bo gencan. Hemecurkirina çavkaniyên dahatê, yek ji armancên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

Her wiha tekezî li wê yekê kir: “Ev projeyên ku îro kevirê binyadê ji wan re tê danîn, beşek ji pala Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Pêştir jî li Hewlêr, Silêmanî, Helebce û îdareyên serbixwe jî projeyên wiha hatin vekirin. Divê ev proje berdewam bibin jî.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Pêwîst e bigihin wê asta ku dilniya bibin asayişa xwarekê li Herêma Kurdistanê bê dabînkirin û metirsî li ser jiyana xelkê nemîne. Niha çendîn qeyran û kêşe li cîhanê derketine û bandora wan li Herêma Kurdistanê jî heye, ji ber wê pêwîst e em girîngiyê bidin berhemên navxweyî û pişta xwe pê bibestin.”

Her wiha got jî: “Xweşhal im ku serkeftin bi dest hatiye û di paşerojeke nêzîk de encamên vê ezmûnê derdikevin ku rê li pêş şandina berhemên xwe ji bo derveyî welat bazarên cîhanê xweş dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de destnîşan kir: “Pêwîst e em amade binm eger qeyran berdewam bin, xwe bi wan re biguncînin, ji bo ziyan negihe gelê me. Şer û aloziyên cîhanê, bandor li ser bilindbûna nirxê sotemenî û xwarinê kiriye, eger em xwe bi hin welatên derdor û cîhanê re berawird bikin, pêwîst e wê yekê li ber çavan bigirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe kirine ji bo bare wan qeyranan nekeve ser milê welatiyan, ji bo wê jî me gavên pêwîst avêtine, wek daxistina nirxê madeyên sereke û daşikandina nirxê elektirîk ji bo kargehên ku xwarinê dirust dikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Daxwaz ji hemû zanîngeh û pisporan dikim, hevkariya sektora taybet, giştî û hikûmetê bikin, ji bo dîtina rêyên zanistî yên baştir ji bo xweguncandina ligel guhartinên keşûhewayê. Divê em hewl bidin rêyekê bibînin bi kêmtirîn rêjeya avê, berhemên xwe berhem bînin, ji ber ku hin salan baran kêm dibare û hişkesalî rû dide.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya sektora taybet kir ku li hemû parêzgeh û îdareyên serbixwe, hevkariya hikûmetê kirin û diyar kir ku hikûmet jî piştevan bûye ji bo parastina mafên wan û pêşvebirina pêwendiyên di navbera hikûmet û sektora taybet de.