HSD: Ji bo parastina yekperçeyîya axa Sûriyê em amade ne bi hikûmeta Sûriyê re kar bikin

Civîna Encûmena HSDê - Wêne: Malpera HSD
Civîna Encûmena HSDê - Wêne: Malpera HSD

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ew ji bo parastina yekperçeyîya xaka Sûriyê, amade ne bi hikûmeta Sûriyê re kar bikin.

Encûmena Leşkerî ya HSDê îro derbarê dawî pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê civiya û di civînê de gefên Tirkiyê û egera destpêkirina operasyoneke leşkerî ve hatin behskirin.

HSD di daxuyaniyekê de diyar kir, di civînê de hat tekezkirin ku her êrişeke muhtemel a dewleta Tirkiyê dê bandorê li ser aramî û yekitiya xaka Sûriyê bike û ji bo parastina xaka Sûriyê, ew amade ne bi hêzên hikumeta Şamê li dijî êrişên dewleta Tirk hevkariyê bikin.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de hate piştrastkirin ku êrişeke nû, dê Sûriyan vegerîne dema destpêka aloziya Sûriyê û hate diyakririn ku projeyên dagirkeriyê û di nav de gefên dawîn, destpêka parçekirina Sûriyê ye.

Civîna HSDê tekezî li ser wê yek kir, her êrişeke dewleta Tirkiyê dê bandorê li ser şerê li dijî DAIŞê bike ku di demên dawîn de DAIŞê ji êrişên dagirkeriyê sûd wergirt û pê re jî xeteriya wê zêdetir bûye.

Di civînê de hate tekezkirin jî, HSD berî her tiştî girîngiyê dide kêmkirina rageşiyê û pabendîbûna bi lihevkirinan. Di heman demê de ji bo parastina xak û şêniyên herêmê, hêzên HSD`ê ji bo bersivdayîna êrişên muhtemel û şerekî demdirêj, asta amadekariyên xwe bilind kiriye.