Li Tirkiyê bihabûna sotemenîyê naraweste

author_image Siddik Eren

Diyarbekir (K24) – Li Tirkiyê, giranbûna sotemeniyê narawest e û zameke nû li berhemên sotemeniyê tê kirin.

Li gor aghiyên ku hatine ragihandin, piştî 8’ê Hezîranê dê li bihayê Motorînê 1.93 lîre û piştî 9’ê Hezîranê jî li Panzînê 1.20 lîre bê zêde kirin.

Heger ku ev zam bên kirin, li Tirkiyê Motorîn nêzîkî 28 lîre dibe û panzîn jî nêzîkî 27 lîre dibe.

Ev zamên behsa wan tê kirin, hêj nehatine kirin û li Stembolê panzîn dora 25.30 lîre, motorîn jî dora 26.20 lîre ye. Ji destpêka sala 2022’an ve bi dehan car bihayê berhemên sotemeniyê hatine girankirin û ji 8-9 lîreyî gihitiye li ser 25-26 lîre.