Li Duhokê merasîma derçûyên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê birêve diçe
Duhok (K24) – Îro 145 xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Duhokê ahenga derçûnê saz dikin, ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hejmarek rayedarên payebilind di merasîmê de beşdar in.
Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Duhokê yek ji zanîngehên herî diyar ya li asta navçe û herêmê tê nasîn.
Biryar e di merasîmê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û damezrîner û Serokê Sekreterên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê gotarên xwe pêşkêş bikin.