Li Îranê di encama wergerîna trênekê de 10 kesan canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Îranê belav kir, ji ber derketina trênekê ji riya xwe, herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest dan.

Peyvdarê Desteya Hawarhatina Niştimanî ya Îranê Mocteba Xalidî ji ajansa (AFP) re ragihand, trênek li nêzîk bajarê Tapasê ji riya xwe derket û trên wergeriya.

Xalidî diyar kir jî, di encamê de 10 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kesên din jî birîndar bûn.

Alîkarê Serokê Kompanyaya Rêyên Hesinî ya Îranê Mîr Hesen Mûsewî jî ji kanala fermî ya Îranê re diyar kir, 348 rêwî di trênê de bûn û 5 erebe ji 11 erebeyên trênê qelibîn.

Ji aliyekê xwe ve, ajansa nûçeyan “Tasnim” ji zarê Parêzgarê Tapasê got: “Trên li alaveke kolandinê ya li nêzîkî rêya hesenî ket û qelibî.”