Li Diyarbekirê 19 rojnamegeran hatin desteserkirin

Hêzên asayişê di demjimêrên vê sibehê de avêtin ser malên hin rojnamegeran

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê hêzên asayişê di demjimêrên vê sibehê de avêtin ser malên hin rojnamegeran û 19 rojnamegerên hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyên destpêkê, 19 rojnamegerên ku di saziyên rojnamegeriyê yên wek nêzîkî PKKê jî tên pênasekirin de kar dikin, hatin desteserkirin.

Di nav rojnamegerên ku hatine desteserkirin de Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat Serdar Altan jî heye.

Li gorî zanyariyan, Serdozgeriya Diyarbekirê di çarçoveya lêpirsîneke li hemberî xebatkarên medyaya nêzîkî PKK/KCKê operasyon daye destpêkirin.