Şîrovekar: Ne pêkan e Tirkiye li Rojava operasyoneke fireh bike

Tirkiye bi mebesta avakirina herêmeke ewle, hewl dide li ser Tel Rifat û Minbicê ku di destê YPG de ne operasyoneke leşkerî pêk bîne
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Tirkiye bi mebesta avakirina herêmeke ewle û bo bicîhkirina koçberên Sûrî yên li Tirkiyê dijîn, hewl dide li ser Tel Rifat û Minbîc ku di destê YPG de ye operasyoneke leşkerî pêk bîne. Li gor şîrovekaran, Tirkiye dixwaze bi operasyonê  krîza aborî û ya siyasî ya li nav welatê xwe bide jibîrkirin lê jiber nerazîbûna Amerîka û Rûsya zehmet e ku operasyoneke berfireh li Rojavayê pêk were.

Li gel berdewamiya şerê Rûsya û Ukrayna ku hemû dinya bala xwe daye ser vî şerî dewleta Tirkiye plana operasyona leşkerî li ser Rojavayê Kurdistanê dike.

Serokkomarê Tirkiyê ragihand ji sînorê xaka welatê xwe heta 30 kîlometra li nav xaka Suriyeyê operasyonekê dê bides destpêkirin û Tel Rifat û Minbîc ku di destê YPG de ye wek cîh û warê operasyonan dest nîşan kiribû.

Lêkolînerên nêzî hikûmeta Tirkiyê armanca operasyonê şikestina desthilata YPG û bicîhkirina koçberên Sûrî yên li Tirkiyê dijîn.

Akademîsyen Alî Semîn Bîlgesam ji K24ê re got: “Tirkiye bi vê operasyonê dixwaze herêmeke ewle ava bike û nêzîkî 2 milyon koçberên Sûrî yên li Tirkiyê ne li van deveran bi cîh bike. Li gel vê YPG bo ewlehiya sînorê Tirkiye gefeke mezin e û ji bo parastina xaka sînor Tirkiye dê vê operasyonê pêk bîne.”

Bandora operasyonê ya li ser siyaseta navxweyî û polîtîkaya derva ya Tirkiyê jî tê nîqaşkirin. Li gor hin şîrovekaran, aktorên li Sûriyê yên wek Îran, Rûsya û Amerîka rê nadin ku Tirkiye vê operasyonê pêk bîne.

Şîrovekarê siyasî Hakan Tahmaz dibêje: “Partiya desthilat a li Tirkiyeyê ji bo wergirtina dengên dengdêrên nîjadperest û bi mebesta guhertina demografiya Rojavayê pir dixwaze operasyonekê bike. Lê ev operasyon ne di berjewendiya Amerîka, Rûsya û Îranê de ye loma ev her sê welat hewla astengkirina operasyona Tirkiyê didin. Bi ya min operasyon pêk were jî dê ev operasyoneke sînordar bibe.”

Tirkiye li gel artêşa Azad a Sûriyê ji sala 2016an heta niha li dijî YPGê li Rojavayê 3 operasyonên mezin pêk anî û li Efrîn, Tel Abyad, Cerablus hêzên xwe bi cîh kir. Tirkiye niha hewl dide bikeve Minbîc û Tel Rifat lê Amerîka û Rûsya bi hinceta bibe sedema aloziyên nû li dijî operasyona Tirkiyeyê ne. Li gor hin zanyariyan Rûsya, Îran û Sûriye hêzên xwe li ser sînorê deverên ku ihtîmala operasyonê lê heye bi cîh kiriye.