Haleteke pêketina taya xwînberbûnê li Herêma Kurdistanê hat tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Haleteke pêketina taya xwînberbûnê li qezaya Akrê hat tomarkirin.

Rêveberê Tendirustî ya Akrê Dr. Salih Mistefa ji K24ê re ragihand, piştî derketina encamên testên piştrastkirî yên keçeke 22 ya ji gundekî Akrê, diyar bû ku ew bi taya xwînberbûnê ketiye.

Diyar kir jî, kesa pêketî, keçeke 22 salî ye û li nexweşxaneyê careseriyên bijîşkî yên pêwîst werdigire û rewşa wê ya tenduristiyê baş e.

Li Herêma Kurdistanê pêştir du haletên pêketina bi taya xwînberbûnê hatibûn tomarkirin, Wezareta Tendirustiyê jî ragihandibû, ew pêketî baş bûne.

Ev di demekê de ye, Iraq bi dehan pêketiyên taya xwînberbûnê hatine tomarkirin û bêtirî 20 kesan jî canê xwe ji dest dane.