Çavuşoglu: Em rê nadin ti rêxistinekê Sûriyê perçe bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir, wî ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov behsa gefên li ser yekîtiya xaka Sûriyê kirin û ew rê nadin ti rêxistinekê ku Sûriyê perçe bike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re li Enqerê di konferanseke rojnamevanî de naveroka civîna xwe eşkere kir.

Çavuşoglu derbarê dosyaya Sûriyê û egera destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê de got: “Divê Sûriye ji rêxistinên terorê yên li ser yekparebûna axa wê û ewlehiya Tirkiyê gef in, bê paqijkirin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê got ku derbarê PKK û YPGê de, carina çareya siyasî birêve naçe û divê ew rêkarên din bigirin.

Çavuşoglu diyar kir: “Me behsa mekanîzmayeke di navbera Netewên Yekgirtî, Rûsya, Ukrayna û Tirkiyê de ji bo vekirina korîdoreke veguhestina genim kir û Enqere jî dibîne ku ev mekanîzma pêkan e.”

Her wiha got: “Eger berhemin hebin ku cîhan dê ji Ukrayna û Rûsyayê hawerde bike, divê em bi hev re rê li ber vê yekê vekin.”

Ji aliyê xwe ve Lavrov got, ew hêvî dike ku pirsgirêkên girêdayî şandina genim ji benderên Ukraynayê, werin çareserkirin, bi şertê ku Kîev ava derdora wan benderan ji mînan paqij bike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê amadebûna welatê xwe ji bo dabînkirina ewlekariya gemiyên ku ji benderên Ukraynayê derdikevin nîşan da.

Duî, Sêşemê, Lavrov li gel şandeke dîplomasî û leşkerî dest bi seredana Tirkiyê kir û 3 dosyayên sereke gotûbêj kirin. Ya yekem têkildarî danûstandinên Rûsya û Ukrayna ji bo bidawîkirina şerê ku ev zêdetirî 3 mehan e berdewam dike, dosyaya duyem jî girêdayî vekirina korîdora berhemên çandiniyê û dosyaya sêyemîn jî girêdayî Sûriyê ye.