Li Diyarbekirê nerazîbûn li hember binçavkirina rojnamevanan hat nîşandan

Piştî ku li Diyarbekirê 19 rojnamevanên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat, Ajansa Mezopotamya û Jinnewsê hatin binçavkirin, ev yek bi civîneke çapemeniyê hat protestokirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Piştî ku li Diyarbekirê 19 rojnamevanên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat, Ajansa Mezopotamya û Jinnewsê hatin binçavkirin, ev yek bi civîneke çapemeniyê hat protestokirin û hat amajekirin ku dê nekaribin dengê çapemeniya azad qut bikin.

Îro çarşemê (08.06.2022) danê sibê polîsan avêtin ser gelek navnîşanan û 19 kes binçav kirin. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat û xebatkarên Ajansa Mezopotamya û Jinnewsê ne ku di nava rojnamevanên hatine binçavkirin de Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat Serdar Altan û Gerînendeya JINNEWSê Safiya Alagaş jî hene.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dema serdegirtinan de hêzên ewlekariyê dest danîne ser telefon û materyalên dijîtal jî û bal hate kêşan ku bi binçavkirina tê xwestin dengê çapemeniya azad were qutkirin, lê ew ê ti caran dest ji tekoşîna xwe bernedin û sedemên binçavkirinê wekî ku kesên hatine binçavkirin bi dizîkî karê xwe kiribin hatine nîşandan; lê kesên hatine binçavkirin bi eşkere karê xwe kirine.

Di daxuyaniya Kolana Hunerê de ber avahiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat hatî xwendin de hat amajekirin ku li ser çand, muzîk, siyaset û hunera Kurdî qedexe heye û nayê xwestin ku ev qedexekirin bi rêya çapemeniyê were ragihandin.