Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê li ser rêyeke rast diçe

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Parlamentoya Almanyayê kir.

Hewlêr (K24) Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Parlamentoya Almanyayê kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro çarşemê 8ê Hezîrana 2022yan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li  şandeke Parlamentoya Almanyayê kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, şanda mêvan ji parlamenter Qasim Tahîr Salih û Konsulê Giştî yê Almanya yê bi wekalet yê li Herêma Kurdistanê Max Lucks pêk hatibû.

Hat destnîşankirin ku di hevdîtina navbera Serokê Herêma Kurdistanê û şanda Almanyayê de pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê, jîngeh û bandorên guherîna keşûhewayê û encamên wê bo ser Iraq û Herêma Kurdistanê, mijarên mafên mirovan, wekhevî, ciwan, azadiya ramanan hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji şanda mêvan re ragihandiye: “Tevî kêmasî û têbîniya li ser azadiyan û parastina mafên jinan û wekheviyê, Herêma Kurdistanê li ser rêyeke rast diçe û ber bi siberojeke baştir di van pêngavên erênî yên di van waran de hatine avêtin, berdewam dibe.”

Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kiriye, şanda mêvan tekez kiriye ku Almanya bi girîngiyê ve li dostanî û pêgeha Herêma Kurdistanê dinêre û weke hevbeşeke girîng dibîne.

Şanda mêvan bal kişandiye ser girîngiya çanda pêkvejiyan û tebayî û lêborînê ya li nav pêkhateyên Herêma Kurdistanê û ev yek weke sîmayekî ciwan wesf kir.