Malbata Şêx Seîd: Heta em bigihin encamekê, em dest ji rêyên hiqûqî bernadin

Baroya Diyarbekirê û malbata Şêx Seîd Efendî, biryara Wezaretê red dikin û dibêjin; heta ku cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî bên aşkerekirin ew dê serî li riyên hiqûqî yên navxweyî û navneteweyî bidin.
author_image Hesen Kako
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Ji bo ku cihên gora pêşengê Serhildana 1925an Şêx Seîd Efendî û hevrêyên wî bê aşkerekirin doz hatibû vekirin û dadgehê ji Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê daxwaza belge û agahiyan û parastinê kiribû. Lê belê Wezaretê di bersiva bo dadgehê rêkirî de ragihand ku ew ne alîyekî vê dozê ne û daxwaz kir ku doz bê betalkirin.  Baroya Diyarbekirê û malbata Şêx Seîd Efendî, biryara Wezaretê red dikin û dibêjin; heta ku cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî bên aşkerekirin ew dê serî li riyên hiqûqî yên navxweyî û navneteweyî bidin.

Baroya Diyarbekirê û endamên malbata Şêx Seîd Efendî, ji bo ku cihê gora Şêx Seîd Efendî û hevrêyên wî bê aşkerekirin li Dadgeha 5emîn ya Îdareyê ya Enqereyê doz vekiribû. Dadgehê, ji Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê daxwaza belge û agahiyan û parastinê kiribû lê belê Wezaretê daxwaza dadgehê red kir. Sekreterê Giştî yê Komeleya Şêx Seîd, Elî Seîd Firat got; her çiqas dewlet nexwaze cihê goran bên aşkerekirin jî hata ku bigihin armanca xwe dest ji dozê bernadin.

Sekreterê Giştî yê Komeleya Şêx Seîd Elî Seîd Firat ji K24ê re ragihand: “Şêx Seîd kalê hemû kurdan e, nirxê kurdan e. Li her çar parçeyên Kurdistanê Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî, Seyîd Riza û Şêx Seîd pêşengên gelê xwe ne, ji bo gelê xwe têkoşiyan e, hebûna xwe fedayî gelê xwe kirine. Ew miraseke manewî ya me hemû kurdan e.”

Li gorî biryara dadgehê, Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê yek ji aliyên dozê ye û diviyabû di nava 30 rojan de ji arşîvên dewletê belge û agahî rêkiribûya. Lê Wezaret di bersiva xwe de dibêje; ev doz bêbingeh e û divê were betalkirin. Li gorî nirxandina Serokê Baroya Diyarbekirê Parêzer Nahît Eren; dê dadgeh careke din ji Wezareta Karên Navxweyî daxwaza belgeyan bike û heger ku ew belge neyên dê dadgeh derbarê Wezaretê de jî biryarekê bide.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren diyar kir: “Heger ku dadgeh careke din ji Wezareta Karên Navxweyî daxwaza belgenameyan bike û wezaret belgenameyan rêneke wê demê divê dadgeh doza me qebûl bike û ji Wezaretê re bibêje we ji aliyê hiqûqî ve we bersiv nedabû baroyê û ew karê we nehiqûqî ye. Heger ku tevî vê yekê jî cihê gora Şêx Seîd Efendî ji me re neyê gotin êdî em ê jî bikaribin serî li Dadgeha Destûrî û Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpayê bidin.”

Di sala 1925an de Şêx Seîd Efendî û hevalên wî, li Dadgeha Îstîqlal ya Şerqê hatin dadgehkirin, dadgehê biryara darvekirinê da û mafê temyîzê jî neda wan. Ev 97 sal in malbatên wan daxwaza aşkerekirina cihên gorên wan dikin. Her dîsa heta niha cihên gorên Seyîd Riza,Bedîuzzem Seîdê Kurdî, Xalid Begê Cibrî jî nayên zanîn. Endamên Malbata Şêx Seîd Efendî dibêjin; bi aşkerenekirina cihên gorên pêşengên kurdan, tê xwestin ku kurdan bêhafize bihêlin, lê divê kurd jî li nirxên xwe yên neteweyî xwedî derkevin.