Li Sêmêl du zarok di nav avê de xeniqîn

Li nêzîkî qezaya Sêmêl a ser bi Duhokê, du zarok ketin nav avê û di avê de canê xwe ji dest dan.

Duhok (K24) – Li nêzîkî qezaya Sêmêl a ser bi Duhokê, du zarok ketin nav avê û di avê de canê xwe ji dest dan.

Peyamnêrê K24ê yê li Duhokê ragihand, bûyera xeniqîna du zarokan li komelgeha Merîna ya nêzîkî qezaya Sêmêl a ser bi Duhokê qewimî.

Welatiyekî ji K24ê re ragihand, beriya niha ji aliyê wesayîteke kar ve çalek hatibû vekirin, du zarokên ku ketin nav ava wê çalê, nekarîne derbikevin û canê xwe ji dest dane.

Li gor zanyariyên K24ê, her du zarok pismamên hev in.