Firokeyeke leşkerî ya Amerîkî kete xwarê

Artêşa Amerîkî red kir ku wê firokeyê madeyên tîşkder hilgirtibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke leşkerî ya Amerîkî ku 5 endamên hêzên Marînz tê de bû, li başûrê wîlayeta Californiyayê ket xwarê.

Jêderekî ji artêşa Amerîkî ji ajansa “AFP” re ragihand, ew firoke li nêzîkî herêma Glamîs a 35 km dûrî sînorê Meksîkayê ket xwarê û heta niha ti agahî li ser çarenivîsa kesên tê de bûn nehatine zanîn.

Diyar kir jî: “5 endamên Marînz ên deryayî di firokeyê de bûn, û em li benda piştrastkirina rewşa wan hemûyan in.”

Wî jêderî destnîşan kir ku tîmên bijîşkî û ambulansên leşkerî gihîştine cihê bûyerê.

Li tora civakî hat belav kirin ku wê firokeyê madeyên tîşkder hilgirtiye, lê artêşa Amerîkî ew nûçe red kirin.

Hat diyarkirin ku ew firoke ji cureya MV-22B Osprey ye û ser bi Baregeha Hêza Asmanî ya Marînzên Camp Pendleton e.