Li Diyarbekirê komxebta sînemayê hat lidarxistin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê komxebatek li ser kerta sînemayê hat lidar xistin. Di komxebatê de bal hat kişandin ku li Tirkiyê, Diyarbekir, bi taybetmendiyên xwe ji bo projeyên sînemayê çiqas guncav be jî heta niha girîngiya pêwsit pê nehatiye dayîn û hat ragihandin ku mebest ji vê komxebatê jî ew e ku bi çîrok û derfetên xwe bajêrê Diyarbekirê bikare  bibe navendeke kerta sînemayê.

Bi hevkariya Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê (DTSO), Wezareta Pişesazî û Teknolojiyê ya Tirkiyê, Ajansa Geşepêdanê ya Qerejdaxê û saziyên çand û hunerî, li Diyarbekirê bi beşdariya çêker, senarîst, derhêner û leystikvanên sînemayê, komxebata sînemayê hat lidarxistin.

Di rûniştinên cuda yên komxebatê de, sînemageran ezmûnên xwe parve kirin û bal kişandin ku derhêner û sinamegerên Kurd, hewla ku taybetmendiyên dewlemend û balkêş yên li Mezopotamyayê di sînemayê de bihûnînin didin, lê ew jî ji ber sedemên cuda gelek sînorkirî dimînin û loma jî pêwistî bi piştgirî û hevkariyên zêdetir heye ku ev herem zêdetir mazûvaniya projeyên sînemayê bike û hemû aliyên civakî jî jê sûdê werbigirin.

Cîgira Sekreterê Giştî ya DTSO’ê Meryem Ozdemîr ragihand ku ew wek jûra pişesaziya Diyarbekirê, ji bo ku derfetên cuda yên kar peyda kirinê ji bo ciwanên Diyarbekirê peyda bikin projeyên cuda dimeşînin û di vê projeyê de jî mebesteke serekî zêdekirina derfetên bajêr e.

Meryem Ozdemîr ji K24ê re got: “Sînema, Şano û huner gelek girîng e. Loma jî em wek Navenda Piştgriya Projeyên Pêşketinê ya Jûra Pişesazî û Bazirganiya Diyarbekirê, dixwazin di warê s^nemayê de jî piştgiriyan ji bo ciwanên me peyda bikin. Me vê projeyê jî bi wê mebestê pêk anî. Teqrîben 2 sal in em li ser vê projeyê dixebitin û piştî ku me ciyê xwe jî temam kir û amade bû; me hem fêrgeh hem jî atoleyeyên sînemayê amade kiriye. Sînema yek ji wan kerta ye ku em li ser xebat dikin. Îro li ser sînemayê ye, sibê emê li ser teknolojiyê û proejyên din in. Yanî armanca me ya serekî li Diyarbekirê di kerta sînemayê de jî, di kertên din de jî ji bo ciwanên me derfetên cuda peyda kirin e.”

Sînemagerên Kurd jî radigihînin ku ji ber nasnameya polîtîk ya bajarê Diyarbekirê polîtîqayên paşde hiştin û astengkirinê tên bikaranîn û loma jî, pêwistî bi piştgriyên mezin heye û dema ku ew piştgirî bên dayîn jî dê Diyarbekir bikare bibe navendeke sinemageriyê.

Rêvebirê Komeleya Sinemayê ya Rojhilata Navîn Îlhan Bakir jî bal kişand ku gelek caran ew nikarin, destûra kişnadina filmên xwe biistînin û dema film dikşînin jî bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin.

Îlhan Bakir dibêje: “Kurd çewa ku wek aborî, siyasî û civakî berxwe didin, wek huner û sinemayê jî berxwe didin. Divê rêxistinbûna xwe xurt bikin û hevkarî 3u piştgiriya hev bikin. Em encax dikarin wisa xwe berdewam bikin. Jixwe heta niha jî di bin wan zextan de û bi derfetên biçûk ku çi kar kiribin, bi saya hevkarî û piştgriya hev kirine.”

Derhênerê Kurd Orhan Înce ku berê bi 3 kurtefîlmên xwe xelatan bidestve aniye û niha jî li ser filmekî metraj dirêj kar dike jî tîne ziman ku Kurd di şertên giran de karên hunerî dikin, lê divê her tim jî bi hêvî bin û hunera xwe bidomînin.

Orhan Înce got: “Min berê 3 kurtefîlmên wek :’Alî ata bak, Dema Genim Dirijin û Adem Başaran’ kişandibû. Teqrîben 5-6 meh berê jî min filmê xwe metraj dirêj kişand ku 4-5 sal bû li ser dixebitîm. Nexweşîn ket navberê, ji aliyê aborî de me tengasiyan kişand, lê me filma xwe temam kir. Niha li Stembolê di montajê de ye. Moontaj dê heta 5-6 mehan dê biqede. Navê filmê Hêvî ye. Bawerim dê hêvî bo sînemaya Kurî jî hêviyan bide. Ez dixwazim ji bo sinemaya Kurdî jî zêdetir xizmetên baş bikim.”

Beşdarên komxebata sînemayê balê kişandin ku heta niha li Diyarbekirê kerta sînemayê lewaz mabe jî, divê ji niha û pê de kar û xebatên hevpar û hevbeş bên kirin da ku Diyarbekir bibe navnîşan û navendeke hilberîna projeyên sînemayê.