Pispor: Enqere û Moskowê ji bo operasyona dersînorî li hev nekirin

Li gorî şarezayan Enqerê bo birêvebirina operasyona xwe ya dersînorî, bi Moskowê re lihev nekir.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Wezîrên Karên Derve yên Tirkiye û Rûsyayê Mevlût Çavûşoglu û Sergey Lavrov, li Koşka Serokomariya Tirkiyê civiyan. Operasyona ku Tirkiye dixwaze liser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê birêve bibe, di rojeva civîna dualî de bû. Li gorî şarezayan Enqerê bo birêvebirina operasyona xwe ya dersînorî, bi Moskowê re lihev nekir.

Piştî civîna kurt ya 2 wezîran, civîneke hevbeş a çapemeniyê hat kirin. Di civînê de, egera operasyona Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, qeyrana cîhanî ya genim û şerê Ukraynayê mijarên sereke bûn. Lavrov bi rexnekirina tevgerên aktorên rojavayî li Sûriyê got, em girîngî didin nigeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê û di formata Astanayê de hevdîtinên me berdewam in.

Li gorî beşek ji şarezayan ji civîna Lavrov û Çavûşoglu geşedanek girîng liser plana Tirkiyê ya operasyona dersînorî nederket.

Şarezayê Pêwendiyên Navdewletî Prof. Bîlal Sambur ji K24ê re diyar kir: “Dema ku Tirkiyê wek deverên operasyonê destnîşan bi Tel Rifat û Minbicê kir, daxuyaniyên Rûsyayê li ser egera operasyona Tirkiyê guherîn. Tirkiye bo Rûsyayê li hemberî gemaroyên Rojava, aktorek girîng e, ji loma Tirkiyê hizir kir ku ew dikare Moskowê qanih bike. Lê belê Lavrov rêya dîplomasiyê nîşan da.”

Li aliyê din beşek ji şarezayan jî dibêjin, Tirkiye bi hewlên xwe yên dawîn nêrîn û helwêsta Amerîka û Rûsyayê dipûre.

Şarezayê Ewlehiyê Dr. Guray Alpar diyar kir: “Jixwe Tirkiye tu caran bi temamî ji Sûriyê nederket û li Sûriyê tevgerên Tirkiyê yên serbazî her berdewam bûn. Lê belê danûstandinên dawîn bi Amerîka û Rûsyayê hebûnek berfirehtir li deverê armanc digirin. Av û hewaya di qada navdewletî de diguhere, Tirkiye wan guherînan dişopîne.”

Rojekê beriya civîna Lavrov û Çavûşoglu, wezîrên berevaniyê yên du dewletan jî bi rêya telefonê liser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê axivîbûn. Hefteya pêşîn bi heman rojevê, yekem civîna Astanayê ya sala 2022an li Nûr Sûltana paytexta Kazakistanê birêve diçe.