Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê derbarê hilbijartinan de li hev kirin

Bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaert, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiyan.

Hewlêr (K24) – Bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaert, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiyan.

Daxuyaniya dawî ya civîna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hat belavkirin û tê de hat eşkerekirin, aliyên siyasî tekez kirine ku piştevaniya pêngavên Serokatiya Herêma Kurdistanê dikin.

Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye:

Bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Plasschaert û tîma pispor di warê hilbijartinan da ya ser bi UNAMI ve, li Serokatiya Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 09.06.2022ê, civîna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê birêve çû.

Civîn taybet bû bi xweamadekirin ji bo hilbijartina bê ya Parlamentoya Kurdistanê, hewildan ji bo lihevnêzkirina dîtina hemû aliyan li ser yasaya hilbijartin û Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsî û çend mijarên din yên peywendî bi hilbijartina ve.

Civînê ew êrîşa terorîstî ya ku şeva çarşemê 08.06.2022ê bi droneke bombebarkirî kiriye ser Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, ku ji egerê wê êrîşê ziyanên canî û madî yên sivîlan hebûn bi dijwarî şermezar kir û ev yek bi gefek cidî bo ser asayîş û seqamgîriya Iraqê da zanîn. Di vê çarçoveyê de, daxwaz ji Hikûmeta Federal ya Iraqê hat kirin ku pêdiviye dawiyê bi van destdirêjiya bîne û bi hevahengî û hevkariya digel saziyên emnî yên Herêma Kurdistanê ji bo rêgirtin li dubarebûna êrîşên bi vî awayî hewlên cidî bidin.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, her di vê civînê de, spasiya hewilên Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê kir ji bo xemxuriya wê bo rewşa Herêma Kurdistanê û pirsa hilbijartinan. Herwiha spasiya amadebûna aliyên siyasî û qebûlkirina dawetnameya Serokatiya Herêma Kurdistanê kir.

Piştî gotubêjan û danûstandina dîtinan, tev aliyên amadebûyî li ser giringiya encamdana hilbijatinek serkeftî bi awayekî ku berjewendiyên Herêma Kurdistanê û pêşxistina prosesa demokrasiyê di ser hemû berjewendiyan ra be û Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser xebatên xwe yên ji bo çareserkirina wan astengiyên li pêşiya yasaya hilbijartina mane, berdewam be.

Ji bo vê armancê, civînê biryar da ku li Serokatiya Herêma Kurdistanê, Sekretariyek bê pêkanîn û bi hevahengî digel Tîma UNAMI ji bona şopandin û berdewamiya hewilan digel aliyên siyasî û heta 1ê Tîrmeha 2022ê di vî warî de raportekê amade bikin.

Tevaya aliyên beşdar di civînê de, xebatên birêz Serokê Herêma Kurdistanê yên ji bo lihevnêzîkirina aliyên siyasî bilind nirxandin û dupat kir ku di vî warî de piştevanên pêngavên Serokatiyê dibin. Herwiha spasiya xebat û hewilên Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî kirin.