Li Stenbolê pêşangeheke ciyawaz: Siya Agir Tune ye

Hunermendekî li Stenbolê bi rêbazeke resen û ciyawaz berhemên hunerî çêdike.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Hunermendekî li Stenbolê bi rêbazeke resen û ciyawaz berhemên hunerî çêdike. Ew bi agir û kifrîtê tabloyên ji hev cudatir amade dike, li gel wêneyên bi teknîka agirê çêdike balê dikêşîne ser pêwendiya mirovan digel xwezayê û dibêje: Mirov agireke ku bi bedena xwezayê ketiye.

Firçe û boyaxa wî agir e. Bi agir û kaxizê berhemên ji hev ciyawaztir çêdike û agir di berhemên wî de wek têgeheke hunerî û felsefî xwe dide der.

Hunermend Mehmet Ogut ê li Stenbolê dijî di xebatên xwe yên hunerî de bi bikaranîna teknîkeke xweser yanê di ser agirê re balê dikêşîne ser pêwendiya mirovan digel xweza û cîhana xeyalkirî û ya heqîqî.

Mehmet Ogut ji K24ê re diyar kir: “Agir di xebata min de hêmaneke sereke ye. Ez agir hem wek teknîk, hem jî wek têgehekê bi kar tînim. Şop û tesîra agir bi taybet tesîra wî ya li ser kaxizê hiştiye di berhemên xwe de nîşan didim. Li gel vê kifrîtê jî dema xebatên xwe bi kar tînim. Bi eslê xwe kifrît jî ji darê ye, dar jî ji axê ye Dema agir bi kaxiz û kifrîtê dikeve her du jî vedigerin rengê axê. Loma prosesa çêkirina wêneyên xwe min wek rîtûel an jî seremoniyeke ayinî ceriband. Ya piştî şewitandinê dimîne çi ye? Her şûna şewatê jî nîşan didim wekî sî, ronahî, wekî sîmetrî û hemahengiyekê.”

Ogut ku bi berhemên xwe pêwendiya mirovan digel kûrahiya jiyan radixe ber çavan têkiliya mirov û xwezayê wiha pênase dike: “Mirov agirekî ye ku bi xwezayê ketiye.”

Mehmet Ogut destnîşan kir: “Di van xebatên xwe de ez peyameke wiha didim: Mirov bi taybet di nava xwezayê de xwe li kuderê û bi çi awayî dibîne? Berhemên min bersivê dide van pirsan. Bi ya min mirov her wekî çirûskeke agir ketiye nav bedena şirûştê. Cîhê mirov dikevin wekî agir zêde dibin û dişewitînin tiştekî jî li dû xwe nahêlin. Di nava medenîbûn û kontrolkrina agirê de pêwendiyeke pozîtîf heye. Di qonaxa medenîbûnê de jî agir tim bûye faktora sereke. Min jî xwest vê yekê bi rêya hunerê nîşan bidim.”

Dema zarok derûdora sobê ye diciviyan dê û bav hişyariyeke wiha didan: Agir e dest lê nede, tu yê pê bişewitî, lê hunermend jî dibêje dema tu bizanî û bi vê zanîna xwe destê xwe li agirê bidî ev per û bask vekirina te ye bo dinyayê. Niha dema modern kombûna derûdora agir wekî reqs û semayek e.

Ogut van berhemên xwe ku bi teknîka agirê çêkirine di pêşangeha xwe ya bi navê “Siya Agirê Tune” bi cîh kiriye. PêşangehaP li Stenbolê heta 28ê Hezîranê vekirî ye.