Baroya Diyarbekirê: Divê zarok ji karkeriyê bên parastin

Komisyona Mafên Zarokan ya Baroya Diyarbekirê di çarçoveya Hefteya Parastina Zarokên Karkerî Dikin de daxuyaniyek belav kir.
Baroya Diyarbekirê
Baroya Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) - Komisyona Mafên Zarokan ya Baroya Diyarbekirê di çarçoveya Hefteya Parastina Zarokên Karkerî Dikin de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Baroya Diyarbekirê de bal hat kişandin ku ji sala 2002yan ve ji aliyê Saziya Peymanên Karkirinê ya Navneteweyî (ÎLO) ve biryara ‘têkoşîna bi wek karkeran karkirina zarokan re’ hatibe dayîn jî, bi milyonan zarok ji ber şertên jiyanê karkerî dikin û mafên wan yê zarokatî bi giştî tên binpêkirin.

Endamên Komisyona Mafên Zarokan a Baroya Diyarbekirê Esmer Ozer û Necat Çîçek ragihandin ku li Tirkiyê jî daneyên zarokên karker jî nayên girtin û loma jî her diçe zarokên ku wek karker tên bikaranîn jî zêde dibin.

Hat ragihandin ku di nav 4 salên dawî de hêjmara zarokên karker li Cîhanê  8 milyon û 400 hezar zêde bûne û hêjmara zarokên karker ji 160 milyonî derbas kiriye.

Li Cîhanê ji zarokên karker  di navbera 20 û 31 milyon û 400 hezarî de  di kerta xizmetguzarî de, di nabera 10 û 16 milyon nîv hezarî de jî  di kerta pişesazî de tên bikaranîn.

Dîsa %28ê zarokên karker yên temenê wan di navbera 5-11 salî de  û %35 yên ku temenê wan di navbera 12 û 14 salî de ne ji ber şertên kar dest ji dibîstanan ber dididn û nikarin ji mafên xwe yên perwerdehiyê par werbigirin.

Bang û daxwaz hat kirin ku Tirkiye di serî de li hemû cîhanê, ji bo parastina mafên zarokan peymanên heyî yên navneteweyî bên cîbicîh kirin û pergalên bihêz yên parastina zarokan û mafên zarokan bên birêxist