Biden: Zelensky di hişyariyên me yên derbarê Rûsyayê de xwe kerr kiribû

Serokê Amerîkayê Joe Biden rexne li Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky digre û dibêje: “Nedixwest guh bide hişyariyên me.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden rexne li Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky digre û dibêje: “Nedixwest guh bide hişyariyên me.”

Joe Biden li eyaleta Los Angeles di ahengekê de derbarê hevtayê xwe yê Ukraynî got: “Beriya destpêkirina êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê, nedixwest guh bide hişyariyên Amerîkayê.”

Biden diyar kir: “Gelek kesan digot qey ez li ser metirsiyên êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê zêdegaviyê dikim.”

Serokê Amerîkayê di axaftina xwe de got: “Putin di rê de bû ji bo sînor derbas bike, ti guman li ser vê yekê jî tunebû, lê belê Zelensky nedixwest vê yekê bibihîze.”