Pisporên Rûsî derbarê gefên Tirkiyê de çi difikirin?

Dîsa gefa encamdana operasyoneke serbazî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî Rojavayê Kurdistanê, bûye mijara germ a navendên siyasî û medyaya Rûsyayê.

Moskow (K24) – Dîsa gefa encamdana operasyoneke serbazî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî Rojavayê Kurdistanê, bûye mijara germ a navendên siyasî û medyaya Rûsyayê. Tirkiye, Rûsya û Îran sê welatên garantor ên agirbesta Sûriyê ne, lê belê di çend salên borî de Enqerê çend caran agirbest bin pê kiriye û çend herêmên Rojavayê Kurdistanê dagîr kiriye, niha jî dixwaze operasyoneke heman şêwe encam bide.

Li Moskowa paytexta Rûsyayê, şareza û pispor bi hûrgilî bala xwe dane ser geşedanên herî dawî yên Sûriyê, ji bo derbasbûna ji vê qeyranê jî, çend pêşniyar dixin ber rayedarên Rojavayê Kurdistanê.

Serokê Peymangeha Lêkolînên Siyasî Victor Nadin Rayvsky ji K24ê re diyar kir: “Bi baweriya min hevpeymanî û rêkeftina ligel artêşa Sûriyê xala bingehîn e ji bo Kurdên wê derê. Mixabin çarenûsa Kurdan dramatîk e, carinan piştevaniya wan dikin, carinan pişta xwe didin wan, ji bilî Herêma Kurdistanê ti statuyeke wan a din tune ye. Îngilîz di dema xwe de soza dewleta serbixwe da wan, piştre welatên din jî ew soz dan, lê ji wan ti kes soza xwe bi cih neanîn. Loma ez dibêjim ku divê Kurd ligel hikûmeta Sûriyê û aliyê Rûsî li hev bikin, da ku asayîş li herêmên Kurdên welat pêk were.”

Şarezayê Serbazî Vladimir Îvsev li ser vê mijarê dibêje: “Ez di wê baweriyê de me ku mesafeya pelkêşana Tirkiyê ji wê yekê ku di rojnameyan de bazara wê germ e, gelek kêmtir e. Planên Tirkiyê niha ligel rastiyê hev nagirin, loma zehmet e ku bikarin destkefteke wisa mezin misoger bikin, daxwaza Tirkiyê ji bo dirustkirina kembera asayîşê bi kûrahiya 30 kîlometre, niha ne mimkin e ku pêk were. Dibe ku Tirkiye hinek guherînan di xeta pêş de bike, lê belê her ku êrîşên wî berfireh bibe, dê ewqas qurbaniyên zêdetir bide, dibe ku ji bo propagandaya medyayê, serkeftineke biçûk be jî bi dest bixe.”

Çavdêrekî siyasî jî diyar dike, ji ber xirabiya rewşa navxwe ya Tirkiyê, ew şerê derveyî sînor weke deriyek ji bo kêmkirina zexta li ser desthilata siyasî ya Erdogan dibîne.

Dekanê Fakulteya Siyaset û Pêwendiyên Navdewletî ya Zanîngeha Moskowê Andrey Sidorov ji K24ê re diyar kir: “Tirkiye dikare êrîşa Sûriyê weke kart li dijî Rûsyayê bi kar bîne, çimkî li wir baregeha serbazî ya Rûsyayê heye, lê belê ji bo rojava êrîşa Tirkiyê bo ser Sûriyê zexteke wisa mezin dirust nake. Rûsya û dîplomatkarên wê, zehmet e ku lembeya kesk ji bo êrîşa Tirkiyê vêxin û bi ti awayî Rûsya pêwendiyên xwe ligel Şamê têk nabe, diyar e Tirkiye bêyî rizamendiya Rûsyayê beriya niha êrîşî Sûriyê kiriye û pevçûnên serbazî rûdane, lê belê Rûsya ti car rizamendî li ser van êrîşan nîşan nedaye.”

Her ku diçe gefên Tirkiyê ji bo encamdana operasyona serbazî li dijî Rojavayê Kurdistanê zêdetir dibin, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihandiye, ew dixwazin kembereke ewlehiyê li herêmê dirust bike û îhtîmal e artêşa Tirkiyê dîsa beşeke din a Rojavayê Kurdistanê dagîr bike. Her çiqas Rûsya li ser medyaya xwe her operasyoneke serbazî ya Tirkiyê li Sûriyê red dike, lê siberoj dê helwesta Rûsyayê bi awayekî zelaltir nîşan bide.