Li Herêma Kurdistanê yekem haleta mirina bi nexweşiya xwînberbûnê hat tomarkirin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê yekem haleta mirina bi nexweşiya xwînberbûnê ragihand.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê yekem haleta mirina bi nexweşiya xwînberbûnê ragihand.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, xortekî 27 salî, xelkê gundê Gorezî yê ser bi nahiya Xelîfan a li devera Soran, ji ber pêketina bi nexweşiya xwînberbûnê canê xwe ji dest da.

Wezaretê eşkere kir, ev li Herêma Kurdistanê yekem haleta mirina bi nexweşiya xwîberbûnê ye.

Herwiha Wezareta Tendirustiyê ji welatiyan daxwaz kir ku pabendî rênimayên xweparastina ji nexweşiya xwînberbûnê bibin.