Mûş bi hemû kevneşopiya xwe bi pêşangehekê li Enqera hat pêşandan

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê li Enqera paytexta Tirkiyê bi pêşangeheke ciyawaz bi hemû kevneşopiya xwe hate pêşandan. Di pêşangehê de bi şêwazên Cuda deverên dîrokê, jiyana rojan û nîgarên taybet li Mûşê hene hatin nişandan. Berpirsên pêşangehê diyar dikin ku wan xwastiya bayê Mûşê li Enqerê bigerînin.

Deşteke bêyî ser û bin ya lalayan, Jinên Kurd yên bi cil û bergên gelerî xwe xemilandine û di deste her yek ji wan de amûreke mûsîka modern, jinên ku li ber tenûrê nan dipêjin. Li Enqera paytexta Tirkiyê yekem car Mûşa bakurê Kurdistanê bi hemû kelepûr û ciyawaziyên xwe bi pêşangeheke wêneyan hate danasîn.Di pêşangeha kul i Jûra Bazirganiya Enqerê birêve diçe de deverên kevnar û kevneşopiyên berê yên bajarê Mûşê bi şêwaza Wêne, resm, nîgar û seramîkê tê pêşandan.

Berpirsa pêşangehê Fîlîz Ozgen Êzdemîr şîmşek ku bi xwe jî wênexêze dibêje piştî kedeke sê salan ya bi dehan hunermendan ev pêşangeh hatiye li darxistin û armanca serekî jî ew e ku bayê Mûşê li Enqerê bigerînin

Berpirsa Pêşangehê Fîlîz Ozgen Êzdemîr şîmşek ji K24ê re got: “Armanca me ya serekî ew e ku em bi vê pêşnagehê bayê Mûşê li Enqereyê bidin gerandin. Me xwest ciyawaziyên xezayî yên Mûşê, deverên wê yên dîrokî û kelepora wê ya qedîm ku bi nemanê re rû bi rû ne bidin pêşandan. Herwiha me bi wêneyan bal kişandiye ser jiyana rojane ya li Gundan û teybetî çêkirina nane tenûrê. Me bi alikariya 18 wênegir û 10 wênexêzan ev pêşangeh dirûst kir. Ev pêşangeh keda me ya sê salan e.”

Mukremîn Barut ku ev jî xelkê Mûşê ye û li Enqerê dijî û bixwe jî wênexêze bi wêneyê ku malên di salên 1900de bi destê Ermenan li Mûşê hatne çêkirin beşdarî vê pêşangehê bûye û dibêje li Mûşê gellek mîmari û nîgarên bi destê Ermenan hatine çêkirin hene û hewceye bên parastin.

Şêwekar Mukramîn Barut dibêje: “Malên kevnare yên Mûşê xwedî telersaziyeke taybet in û ev avahî di salên 1900an de bi destê Ermenan hatine çêkirin. Mixabin di roja îroyîn de piraniya van avahiyan wêran bûne û tenê avahiyek li ser pêyan maye. Min jî ev avahî xêz kir. Li Mûşê gellek nîgar û nîşaneyên Ermenan hene û min jî xwest di vê pêşangehê de avahîya ku min xêz kirî nîşan bidim.”

Herwiha di pêşangehê de lale û nîgarên Mûşê ku li ser seramîkê hatine neqşandin û peykerê ku pira 12 derî ya li Mûşê bi 12 jinan hatiye temsîlkirin jî tê nişandan.