Hejmara kuştiyên teqîna li Der’ayê gihîşt 11 kesan

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara qurbaniyên teqîna li parêzgeha Der’ayê ya li başûrê Sûriyê zêde bû û gihîşt 11 kesan.

Wezareta Navxwe ya Sûriyê di daxuyaniyekê de belav kir, duhî li devera Dêr Edes a li parêzgeha Der’ayê mînek di barhilgerekê de teqiya ku hejmarek pale vediguhastin.

Wezareta Navxwe diyar kir, di encama teqînê de 11 kes hatin kuştin û 26 kesên din jî birîndar bûn.

Wezaretê diyar kir jî, yekîneyên endezyariyê 2 mînên din li nêzîkî cihê teqînê teqandin û mîneke din a li dijî tankan jî pûç kirin.

Roja 22ê meha borî jî li bajarokê Înxil li gundewarê bakurê Der’ayê, di encama teqîna mînekê de, 3 zarok birîndar bûbûn.