HSDê li Holê şaneyeke DAIŞê girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarokê Holê yê rojhilatê Hesekê, şaneyeke DAIŞê girt.

Navenda Ragihandinê ya HSDê belav kir, yekîneyên wan yên taybet li bajarokê Holê yê li rojhilatê Hesekê operasyonek pêk anî. Di encamê de şaneyek ji 3 endaman girt.”

Diyar kir jî, wê şaneyê pere ji şaneyên DAIŞ’ê yên ku li gundewarên Hesekê û herêmên din çalak bûn re, dişandin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê da zanîn jî, di operasyonê de hejmarek ji çek, amûr û belgeyên ku li gel endamên wê şaneyê bûn, hatin desteserkirin.

HSDê bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê roja 23ê Adara 2019an bajarokê Baxozê ku dawî devera li Sûriyê di destê DAIŞê de bû kontrol kir. Bi wê yekê re jî HSDê ragihand ku şerê wê li dijî derbasî qonaxeke nû bû, ew jî qonaxa dûvçûn û lêgerîna li şaneyên DAIŞê yên razayî ye.