Muqteda Sedir daxwaz dike Heşda Şeibî ji bazirganî û nakokiyên siyasî bê dûrxistin

Muqteda Sedir: Pêwîst e Heşd bê birêxistinkirin û rêberên wê bi biryarên navendê pabend bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir îro Yekşemê daxwaz kir ku Heşda Şeibî ji siyaset, bazirganî û nakokiyên siyasî bê dûrxistin.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir îro bi boneya salvegera damezirandina Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de ragihand, “Ji vir û pê ve ji bo her kesî pêwîst e Heşd bê birêxistinkirin, rêberên wê pabendî biryarên navendê bin, ew ji komên çekdar bên cudakirin û kesên xirap jê bên derxistin.”

Muqteda Sedir di beşeke din a daxuyaniya xwe de got: “Nabe Heşda Şeibî bikeve nava siyaset, bazirganî û nakokiyên siyasî û yên wekî din.”

Heşda Şeibî di Hezîrana 2014an de piştî kontrolkirina bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve, bi fetwaya desthilata olî ya şîeyan Ayetulla Elî Sîstanî hat avakirin.

Muqteda Sedir di Mijdara borî de jî banga tesfiyekirina Heşda Şeibî û bêçekkirina wê kiribû bi awayekî ku karê wê were sînordarkirin.