Wezareta Çavkaniyên Sirûştî: Ti dadgeheke Iraqê nikare yasaya petrola Kurdistanê hilweşîne

"Yasaya hejmara 22 ya sala 2007an a petrol û gaza Kurdistanê, li gor maddeyên destûra Iraqê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve derçûye."

Hewlêr (K24) – Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ragihand, yasaya hejmara 22 ya sala 2007an a petrol û gaza Kurdistanê, li gor maddeyên destûra Iraqê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve derçûye.

Wezareta Çavkaniyên Sirûştî îro 13ê Hezîrana 2022yan bi daxuyaniyekê ragihand, Dadgeha Bazirganî ya li Bexdayê, kompaniyên navdewletî yên di çarçoveya Herêma Kurdistanê de kar dikin, bang kiriye, ku wan kompaniyan li gor yasaya hejmara 22 ya sala 2007 a petrol û gaza Kurdistanê peyman îmze kirine.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, bangkirina Dadgeha Bazirganî ya li Bexdayê, li ser biryareke Dadgeha Bexdayê ye ku xwe weke "Dadgeha Bilind a Federal" bi nav dike û di 15ê Sibata 2022yan de bi awayekî siyasî nêrînek anî holê ku mebesta wan pûçkirina yasaya petrol û gazê ya sala 2007an a Kurdistanê bû. Wezaretê eşkere kir: “Desthilata ti dadgeheke li Bexdayê tune ye ku biryareke wisa bide.”

Wezaretê ragihand, roja 2yê Hezîrana 2022yan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dozeke yasayî li Dadgeha Lêkolînê ya Hewlêrê li dijî rêveberekî giştî yê li Wezareta Petrolê ya Iraqê vekir, ji ber xirab bikaranîna desthilat û pêgeha xwe bi tirsandina kompaniyên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin. Li gor nêrîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew rêveberê giştî bi rêya şandina e-mail û name, mebesta wî tirsandin û destwerdana li mafên wan kompaniyan bûye, ku peymanên wan ligel Herêma Kurdistanê hene.