Ahmet Davutoglu li Diyarbekirê li ser pirsa Kurd nêrîna xwe eşkere kir

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li Diyarbekir ji bo çareseriya pirsa Kurd daxuyaniyeke 10 xalî ragihand ku behsa statuya zimanê Kurdî, perwerdehiya zimanê zikmakî û makezagoneke sivîl û demokratîk dike.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li Diyarbekir ji bo çareseriya pirsa Kurd daxuyaniyeke 10 xalî ragihand ku behsa statuya zimanê Kurdî, perwerdehiya zimanê zikmakî û makezagoneke sivîl û demokratîk dike.

Ahmet Davutoglu serdana Diyarbekirê kir û bernameya wî ya Diyarbekir 2 rojan dom kir. Davutoglu di serdana xwe de ji bo çareseriya pirsa Kurd û pirsgirêkên Tirkiyeyê 10 xal ji raya giştî re eşkere kir.

Davutoglu amaje kir ku bo çareseriya pirsgirêkan bîrdozîyeke nû, makezagoneke nû û demokratîk, sivîl pêwîst e; divê Kurdî jî di jiyana rojane de û saziyên fermî de bi serbestî were bikaranîn û perwerdehiya zimanê zikmakî pêk were. Davutoglu anî zimên ku wî komcivînek dirêj li gel nûnerên saziyên sivîl pêk aniye û pirsa yek ji girîngtirîn pirsgirêkên dîroka komarê ye.

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu got: “Min li gel nûnerên saziyên sivîl li Diyarbekirê ji bo çareseriya pirsa kurd civînek bi 9 demjimêrî pêk anî. Ji bo min civînek gelek sûdmend bû. Heta Tirkiye nebe welatek demokratîk çareseriya pirsa Kurd ne pêkan e. Pêwîstî bi makezagonek sivîl heye, makezagonek ku hemû aliyan bihewîne divê hebe. Pêwîstî bi azadiya ramanê û raderbirînê heye. Pirsa Kurd ji bo dîrok komara Tirkiyeyê yek ji girîngtirîn pirsgirêkan e."

Serokê Şaxa Diyarbekirê Partiya Pêşerojê Aydin Altaç jî anî zimên ku derbarê perwerdehiya zimanê zikmakî de serê wan zelal e û divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Altaç bal kişand ku partiya wan di bernameya partiyê bi awayekî berfireh cih daye çareseriya pirsa Kurd.

Aydin Altaç ji K24ê re ragihand: “Em bi awayekî zelal dibêjin divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û divê di saziyên fermî de xizmetguzarî bi zimanê Kurdî jî were dayîn. Me di avakirina partiya xwe de jî di rêznameya partiyê de ev yek bi eşkere rave kiriye.”

Ahmet Davutoglu di dawiya bernameya xwe ya Diyarbekir de serdana Sûrê jî kir û li gel esnafan hevdîtin pêk anî. Davutoglu da zanîn ku eger dawî li serokwezîrtiya wî nehatiba, dê li Sûrê nûnertiya serokwezîrtiya Tirkiyeyê bida vekirin, lê rê nehat dayîn.