CNK: Êrîşên li ser nirxên Kurd û Kurdistanê nayên qebûlkirin

Ciwanên Neteweyî yên Kurd (CNK) bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûna xwe li hember helwestên dijber ku di çalakiyên HDPê de li dijî xebatkar û tîmên medya Kurdî û siyasetmedarên Herema Kurdistanê hatine kirin, nîşan da.

Diyarbekir (K24) - Ciwanên Neteweyî yên Kurd (CNK) bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûna xwe ji helwestên dijber ku di çalakiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li hember xebatkar û tîmên medya Kurdî û siyasetmedarên Herema Kurdistanê hatine kirin, nîşan da. Herwiha bêdengiya siyasetmedarên Kurdistanî li hember vê rewşê jî şermezar kirin.

Ciwanên Neteweyî yên Kurd, balê dikşînin ku di çalakiyeke HDPê de ku li Stenbolê ji bo Rêberê PKKê Abdullah Ocalan birêve diçe, êriş li tîma kanaleke Kurd tê kirin û heqaret û dijûn hem li xebatkarên wê medyayê, hem jî li Serok Barzanî tên kirin.

Di daxuyaniyê de, bal tê kişnadin ku di polîtîqa û çalakiyên HDPê de, gelek caran Ala Kurdistanê û saziyên fermî yên herema Kurdistanê tên armanckirin û vê carê jî rêberê damezrandina Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatiye armanckirin.

CNK bang û daxwaz ji rayedarên HDPê jî kiriye ku wê helwesta xwe ya ku gelê Kurd tîne dijberî hev û dîwaran di nav wan de saz dike rawestînin û dest ji dijberiya nirxên Kurdan berdin.

Ciwanên Neteweyî yên Kurd (CNK) ragihandiye ku ew êriş û dijûnên li ser nirxên Kurd û Kurdistanê qebûl nakin.