Li bajarê Wanê sektora geştyariyê pêşve diçe

Bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, ji aliyê derfetên geştûguzariyê ve dewlemend e.
kurdistan24.net

Wan (K24) - Bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, ji aliyê derfetên geştûguzariyê ve dewlemend e û 101 qelemên vê kertê lê hene. Di 5 mehên 2022an de zêdetirî 172 hezar geştyaran serdana Wanê kirine. Piraniya geştyaran ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên. Rêveberên saziyên geştyariyê dixwazin ku rayedar piştgiriyeke zêdetir bidin kerta geştyariyê. Geştyarên xwecihî û biyanî jî dibêjin; Wan bajarekî hênik, erzan û xweş e.

Mezintirîn bajarê devera Serhedê Wan; ji aliyê geştûguzariyê ve jî xwedî derfetên dewlemend in. Li gorî ragihandina rayedarên saziyên geştûguzariyê, geştyarên ku serdana Wanê dikin dikarin li Dêra Axtemarê, Kelha Wanê, Sûlava Muradiyeyê, Benda Masiyan, beravên deryayê û zozanan bigerin û taştêyeke dewlemend bixwin û danûstandineke erzan bikin.

Serokê Yekitiya Acentayên Tirkiyeyê yê Şaxa Wanê Cevdet Ozgokçe got; ji berê rojane 24 geştên asmanî bo Wanê hebûn lê belê niha rojane 7-8 geşt tên kirin û ev jî têra geşbûna geştyariya Wanê nakin.

Cevdet Ozgokçe ji K24ê re diyar kir: “Ji ber kêmbûna geştên asmanî di balafiran de cih peyda nabe û bilêd jî gelek biha ne. Di Tirkiyeyê de bilêdên herî giran li Wanê ne. Ji pandemiyê û pê de bazar giran bû. Hêza kirînê ya welatiyan ket. Milet nikare danûstandinê bike. Bazar ji bo geştyarên ji Ewrûpayê tên erzan e. Bazar ji  bo getyaran erzan e lê belê ji bo miletê me giran e.”

Serjimêra Wanê, milyonek û 125 hezar e lê belê bi geştyarên xwecihî û biyanî ve bi taybetî di mehên bihar û havînê de digihe milyonek û nîvê. Ji ber qeyrana abûrî şêniyên Wanê nikarin wekî berê danûstandinê bikin lê belê bazar bi danûstandina geştyaran geş dibe. Geştyarên xwecihî û biyanî dibêjin; Wan bi hewa û xwezaya xwe mirov aram dike.

Geştyara bi navê Derya Taşkin destnîşan kir: “Ez ji bajarê Qeyseriyê hatime da ku li Wanê bigerim.  Me ji sirûşt û hewayê Wanê gelek hez kir. Bajarekî gelek xweş e, em keyfxweş bûn ku li Wanê geriyan.”

Herwih geştyar Cemîle Xanim jî diyar kir: “Ez ji bajarê Elezîzê hatime. Wan bajarekî bi rêkûpêk e, paqij e, hênik e. Xelkê Wanê arîkariya geştyaran dike. Em li gelek şûnwarên dîrokî û geştyarî geriyan. Dema ku em bi kompanyayên geştyariyê digerin em di demek kurt de zêdetir li şûnwarên geştyariyê digerin.”

Mehmet Şafiî Sunar ku ew jî ji bo geştê hatiye Wanê, ragihand: “Wan bajarekî xweş e; em li benda masiyan, li Sûlava Muradiyê geriyan û em îro jî hatine vê derê, xweş e. Da ku mesrefên me hindik biçin em du-sê malbat bi hev re digerin.”

Geştyareke Îranî ya bi navê Ferzane Xanim jî diyar kir: “Ev du roj in em li Wanê ne lê belê em dê sê roj dî jî li Wanê bin. Me li Wanê demeke xweş derbas kir.”

Mîhran Beg ku ew jî ji Îranê hatiye Wanê, eşkere kir: “Ev sê roj in em li Wanê digerin, me serdana navçeya Artêmêtê û Dêra Axtamarê kir. Gelek xweş bû. Ji ber ku çand û kultura Wanê nêzîkî me ye me ev cih hilbijart. Xelkê Wanê gelek mêhvandost in. Me li bazarê danûstandin jî kir.”

Geştyarên ku serdana Wanê dikin herî kêm 3 rojan lê dimînin. Di mehên bihar û havînê de otel ji geştyaran tijî dibin. Li gorî ragihandina Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Wanê Necdet Takva, di 5 mehan de geştyaran bihayê milyarek lîre danûstandin kirine.