Lavrentiev: Mosko operasyona plankirî ya Tirkiyê li Sûriyê gaveke nerewa dibîne

Lavrentiev: Em ê di hevdîtinên Astanayê de, ji hevkarên xwe yên Tirk bixwazin ku dest ji vê pêngavê berde
Alexander Lavrentiev
Alexander Lavrentiev

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê bo Sûriyê Alexander Lavrentiev ragihand, Mosko operasyona plankirî ya Tirkiyê li Sûriyê gaveke nerewa dibîne û daxwaz ji Enqerê dike ku bi aştiyane pirsgirêkan çareser bike.

Îro û sibe 15-16ê Hezîranê danûstandinên Astanayê yên taybet bi Sûriyê li Paytexta Kazaxistanê, Nur Sultan birêve diçin, Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê li Sûriyê Alexander Lavrentiev îro di destpêka danûstandinan de derbarê gefên Tirkiyê yên pêkanîna operasyoneke leşkerî li Til Rifet û Minbicê de axivî.

Lavrentiev got: “Li ber ronîkirina planên Serokomarê Tirkiyê ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê li dijî hêzên Kurdî, em di wê baweriyê de ne ku ev yek dê bibe gaveke neaqilane ku dikare rewşê nearam bike, rageşiyê zêde bike û li vî welatî qonaxeke nû ya rûbirûbûna çekdarî derkeve.”

Li gorî Lavrentiev, Rûsya di hevdîtinên Astanayê de, dê ji hevkarên xwe Tirk bixwaze ku dest ji vê pêngavê berde û metirsiyên xwe bi rêya diyalogê bi dawî bikin.

Her wiha Lavrentiev di destpêka danûstandinên Astana gotibû jî: aliyên beşdar dê rewşa “li ser erdê" gotûbêj bikin.

Danûstandinên Astanayê yên taybet bi krîza Sûriyê di meha Çileya 2017an de bi gerentiya Rûsya, Tirkiye û Îranê û beşdariya Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura, li Astana (navê berê ya Paytexta Kazaxistanê) di navbera şandên rêjîm û opozîsyona Sûriyê destpê kiribû.

Tevî ku danûstandinên Astanayê ji bo çareseriya siyasî destpê kiribû, lê welatên gerentîkar zêdetir pirsên leşkerî dixin karnameyên wê û lihevkirinên ji piştî her gerekê tên encamdan, di pirsên leşkerî û kişandina nexşeya leşkerî li ser erdê de dibin.