Opozîsyona Sûriyê 5 dosyayên sereke di “Astana 18” de gotûbêj dike

Civîneke danûstandinên Astanayê - Arşîv
Civîneke danûstandinên Astanayê - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro û sibe 15-16ê Hezîranê gera 18emîn a danûstandinên Astanayê yên taybet bi Sûriyê li Paytexta Kazaxistanê, Nur Sultan birêve diçin û şandên rêjîm û opozîsyona Sûriyê lê amade ne.

Nûnera fermî ya Wezareta Derve ya Kazaxistanê Îpek Smadyarov roja Sêşemê piştrast kir û got: “Hemû aliyên danûstandinên Astana ji bo Sûriyê beşdarbûna xwe piştrast kirin. Welatên garantor (Rûsya, Tirkiye û Îran) û şanda hikûmeta Sûriyê û şanda opozîsyona Sûriyê ya çekdar.”

Di heman demê de, ajansa nûçeyan a Rûsî "TASS" ragihand ku gera 18an a Astanayê dê awayên ji nû ve destpêkirina karê "Komîteya Destûrî ya Sûriyê" li Cenêvê gotûbêj bike.

Ji aliyekî din ve, Serokê Şanda opozîsyona Sûriyê di danûstandinên Astana de Ehmed Tohme got: “Gera 18emîn a danûstandinan dê 5 dosyayên sereke gotûbêj bike: Encamên Komîteya Destûrî, derbaskirina alîkariyên mirovî, dosyeya girtiyan di zîndanên rêjîma Sûriyê, binpêkirinên rejîma Sûriyê û operasyona plankirî ya artêşa Tirkiyê li bakurê rojavayê Sûriyê.”

Biryare di civînê de şandeke Netewên Yekgirtî bi serokatiya Berpirsê Siyasî yê Ofîsa Şanderê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY bo Sûriyê Robert Dunn, şandeke Urdinê weke çavdêr û nûnerên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî û Komîteya Xaça Sor a Navdewletî.

Gera 17emîn a Astanayê di rojên 21 û 22ê Kanûna borî de li paytexta Kazaxistanê Nur Sultan bi beşdariya nûnerên “welatên garantor” û bêyî beşdariya wezîrên derve yên wan welatan birêve çûbû.