Li Kerkûkê yekem haleta nexweşiya Kolêra hat tomarkirin

Rewşa tendirustî ya wî nexweşî cîgir e û di bin çavdêriya bijîşkî de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Kerkûkê yekem haleta nexweşiya Kolêra hat tomarkirin û Rêveberiya Tendirustiya bajêr diyar dike ku tendirustiya nexweş cîgir e.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Kerkûkê Dr. Nebîl Boşnaq ji K24ê re ragihand, haleteke nexweşiya Kolêra li Kerkûkê hat tomarkirin.

Diyar kir jî, rewşa tendirustî ya wî nexweşî cîgir e û di bin çavdêriya bijîşkî de ye.

Ev yek di demekê de ye, Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî îro 15 Hezîrana 2022an di konferanseke rojnamevanî de ragihand, rêjeya pêketina bi zikçûnê li Silêmaniyê zêde bûye.

Dr. Sebah Hewramî got jî: “Heta niha encamên testan derneketine ku ev nexweşiya Kolêre be, lê tevî amadekarî li hember belavbûna nexweşiya Kolêrayê hatine girtin.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê daxwaz ji welatiyan kir jî ku pabendî rênimayên tendirustiyê bibin, ji ber ku nexweşiya zikçûnê di qonaxeke metirsîdar de ye