Li Cerablusê 3 zarok di teqînekê de birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Cerablusê di encama teqîneka mînekê de 3 zarok birîndar bûn. Li bajarê Babê jî serokê saziyeke hawarhatinê ya Tirkiyê di teqînekê de hat kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li gundê Qîrata yê ser bi Cerablusê mînek ji paşmayên şer teqiya, di encamê de 3 zarok birîndar bûn.

Rewangehê da zanîn, li bajarê Babê bombeyek bi otomobîlekê Serokê Saziya IYD a Hawarhatinê ya Tirkiyê de teqiya û di encamê de ew hate kuştin.

Cerablus û Bab di destê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiyê piştevaniya wan dike de ne. Li wan herêman û hemû herêmên ku di destê grûpên çekdar de rewşa ewlehiyê xirap e û her car teqîn rû didin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.